Kurdên Anatoliya Navîn
Ji Wîkîpediya
Îro li Anatoliyaya Navîn, li Enqere (Haymana, Polatlı, Bala, Koçhisara), Qonye (Kulu, Cihanbeyli, Yunak), Kırşehir (Kaman, Çiçekdaxi), Aksaray, Yozgat (Yerkoy), Çorum, Sivas û li Tokatê nezîkî milyonek kurd hene.
Li Anatoliyaya Navîn li Enqerê 102, li Konyê 75, li Kırşehirê 52, li Aksarayê 39, li dorbera sinorên Yozgat-Tokat-Amasyê 41, li Kayseriyê 23 bi giştî nezîkî 300 gundên kurdan hene.
Du kovarên Kurdên Anatoliyaya Navîn hene: Bîrnebûn û Veger.
Dîroka kurdên Anatoliyaya Navîn pir kevn e. Ew 200-300 salî berê di dema împaratorîya Osmanî de hatine Anatoliyaya Navîn. Sedeme hatina wan ji sedî sed nayê zanîn. Sedeme bingehî: hekokiyên eşîretî û koçerî bûne.
Ji Welatê Rojê - Kurdîstanê bi dehan eşîr û qebîle koçer bûne û hatine Anatoliyaya Navîn. Navê çend eşîrên ewên: eşiri giştek eşiri rişvani, Xelikî, Canbegî, Şêxbizinî sexbizini na rişvan, reşi,zimané sexbizini na kurmanciye], Omerî, Sefkî, Celkî, Nasirî, Terkî, Mikaîlî, Ruta, Zirkî, Sidunî, Qilorî, Doykan, Motikan, Şexbilîan, Bilkî, Hêcibî, Atmana, Bazikî, Milli, Bereketî, Mifkî, Oxçî, Pisî, Sêwidî, Cutikî.(Şixbilian, berakti, oxçi, pisi û mifikan Kurda Kırsehire.)
Kurdên Anatoliyaya Navîn li wan doran: li Heymaneyê, li Konyayê (75 gund); li Cihanbegê (Înewî), li Yunakê, li Kuluyê, li Balayê, li Polatliyê, li Enqereyê (102 gund), li Kirşehrê (52 gund), li Çicakdaxê, li Aksarayê (39 gund) û li Koçhisarê bi cîh bûna.
Mêrhijmareyê (nifûs) kurdên Anatoliyaya Navîn li gor texmînên nezikî 1,5 - 2 mîlyonîyê.
Kurdên Anatoliyaya Navîn heta îro zimanên xwe dayikî yên Kurmancî, Şêxbizinkî û Dimilkî paristinê. Li gund û malan xwe de bi zimanên xwe diaxifin. Zarokên wan heta dest bi dibistaneyê Tirkan nakin, zimanê Tirkî femnakin.
Eşîrên Şêxbizinî bi piranî li dora Heymaneyê û Yunakê dijîn, bi ziravê Şêxbizinkî, eşîrên li dora Aksaray bi ziravê Dimilkî û eşîrên din ji bi ziravê Kurmancî diaxifin. Kurdên Anatoliyaya Navîn beşek ji miletê Kurd in. Ji bo wan ji çareserkirina pirsa Kurd gelek girînge. Wak her miletekî serbixwe ew ji dixwazin jiyanê xwe berdewam bikin.Rexistenên Kurdan bi salan dijî zulm û zordariyên dewleten kedxêr tekoşînê xwe berdewam dikin.
Kurdên Anatoliyaya Navîn her çiqas ji welatê xwe Kurdistanê durketina ji, wan giredayîne xwe bi welat re naketandinê. Bi sedan keç û xortên kurdên Anatoliyaya Navîn di nav tekoşîna Kurden de cihê xwe girtinê û sehid ketinê. Ew bo jiyanekê bi rûmet û serfiraz vegeriyan welatê xwe Kurdistanê. Ji bervê ku koçberî û surgûna beri 300 salî edî bi dawî bûyê. Mesajên wan hevalen ku vegerîyan Welate Rojê ew bû: "Me xwe ji bîrnakir û ji bîrnakin"
[biguherîne] Gundên kurdên Anatoliya Navîn
Li Haymanê 56 gundê kurdan hene. Hemi lîsta gundan di malpera kovara Bîrnebûnê da cî digre.
düzenlıyen: serkan gezer koçyazı kasabası